TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Urdinê droneke teqemenî barkirî ya ji Sûriyê hatibû hate xistin

Admin H
Nivîskar
📅 16 tebax 2023 22:04

PeyamaKurd – Malpera fermî ya artêşa Urdinê ragihand ku balafireke bêmirov a ji ser axa Sûriyê bo nav xaka Urdinê hatibû şandin, hatiye xistin.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku di droneya ku hatiye xistin de teqemenî barkirî bû û ji aliyê hêzên pasavanên sînor ên Urdinê ve hatiye ferq kirin û piştre jî hatiye xistin.

Hate gotin ku ew drone di nav xaka Urdinê de hatiye xistin û niha lêkolîn li ser têne kirin.

Beriya niha jî çend dronên madeyên hişbir barkirî ku ji Sûriyê hatibûn şandin, di nav xaka Urdinê de hatibûn xistin.

Parve bike: