Cîhan
Artêsa Yemenê 2 dronên Hûsiyan xistin
PeyamaKurd- Artêşa Yemenê li herêma Marîbê ku dikeve rojhilatê welatê wan, 2 dronên aîdê Hûsiyan xistine. Li gor ragihandina navenda çapemeniyê ya artêşa Yemenê; 2 dronên aîdê Hûsiyan li navçe ya Sûrwahê ku li ser Marîbê ye, xistine.
Li Yemenê Hûsî, ji aliyê Îranê de tên destek kirin û ji sala 2014an ve gelek deverên Yemenê kontrol dikin. Ji sala 2015an ve jî, Erebistana Si’ûdiyê li hemberê Hûsiyan hukumeta Yemenê destek dike.