Cîhan
Awustralyayê bang li Amerîka û Îranê kir
PeyamaKurd - Hikûmeta Awustralyayê bang li hemû aliyan kir da ku aloziyên li Rojhilata Navîn kêm bikin û dawî li pevçûnan bînin.
Berdevkê Hikûmeta Awustralyayê ragihand ku rêveberiya Canberrayê hêvî dike danûstandinên di navbera DYA û Îranê de berdewam bikin û gavên navbeynkariyê yên di vê çarçoveyê de tên avêtin bi kêfxweşî pêşwazî dikin.
Berdevkê Awustralî tekezî li ser girîngiya peywendiyên dîplomatîk kir û got: "Ji bo gihîştina çareseriyeke mayînde ku aramiya herêmî biparêze, diyalog û dîplomasî tiştên ku jê nayên devjêberdan in."