Cîhan
Balafira F-35 ya Amerîkayê ket baregeha leşkerî
PeyamaKurd – Balafira F-35 ya Amerîkayê li Kaliforniya bi sedemkî nehat zanîn ket baregehê. Piştî balafir ket, agir bi balafirê ket. Enqazên balafirê li sehayekî fireh belav bû. Pîlotê balafirê bi kursiyê xwe avêtinê, rizgar bû.
Balafir li San Diegoyê li baregeha hewayî ya Miramarê ket. Qeza bi wexta wê derê seet di 10.00an de qewimî. Di daxwuyaniya rayedaran de weha hat gotin:
“Em dikarin piştrast bikin ku nêzî MCAS Miramarê, balafira piyadên deryayê ya F-35B qezayekî ‘Sinifa A’ kir. Pîlot, bi kursiyê xwe avêtinê rizgar bû. Di wexteka kurt de em ê agahiyên firehtir bidin.”