Cîhan
Balafireke koalîsyonê li Iraqê ket!
PeyamaKurd- Hat ragihandin ku li Iraqê balafireke leşkerî ya koalîsyona navnetewî ketiye.
Di derbarê bûyerê de, ji koalîsyonê daxuyaniyek hat. Di daxuyaniyê de hatin ku li Iraqê duh êvarê balafireke leşkerî ketiye û di encamê de leşkerekî jiyana xwe ji daye û sê leşker jî birîndar bûne.
Li gorî daxuyaniyêa erkdarên koalîsyonê, balafir ne ji ber êrîşekê ketiye, tu îşaretên êrîşekê xuya nakin. Lê heta niha sebeba ketina balafirê hê nehatiye zelalkirin.