Wezareta Parastinê ya Iraqê: Di êrîşeke mûşekî de balafireke leşkerî hat rûxandin
PeyamaKurd - Wezareta Parastinê ya Iraqê bi daxuyaniyeke fermî ragihand ku baregeheke wan a hewayî ya li paytext Bexdayê rastî êrîşeke mûşekî hatiye.
Li gorî agahiyên wezaretê, di vê êrîşê de balafireke leşkerî ya cureyê Antonov-132yê ya Hêza Hewayî ya Iraqê bi temamî hatiye rûxandin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku êrîş îro saet di 01:55ê şevê de pêk hatiye. Baregeha Hewayî ya Şehîd Mihemed Alaa ya li nêzîkî Bexdayê, ji aliyê derdora bajêr ve bi mûşekên Grad hat hedefgirtin.
Wezaretê tekez kir ku di encama vê hedefgirtinê de tu zirarên canî (mirî an birîndar) çênebûne, lê zirarên malî yên mezin gihîştine baregehê.
Tîmên teknîkî û ewlehiyê yên Iraqê ji bo tespîtkirina cihê ku mûşek jê hatine avêtin û nirxandina asta zirara li baregehê, dest bi lêkolîneke berfireh kirine.
Wezareta Parastinê ev kiryar wekî "hewldaneke sabotajê ya li dijî serweriya welat" pênase kir û ragihand ku dê bersiva vê êrîşê di çarçoveya qanûnî de were dayîn. Her wiha hat destnîşankirin ku bûyerên bi vî rengî dê bandorê li ser amadebaşiya hêzên leşkerî yên Iraqê nekin.