TR KU SO
FB X
Cîhan

Balyozxaneya Amerîka hişyarî da: Milîsên Îranê di dema agirbestê de jî planên êrîşan dikin

Admin H
Nivîskar
📅 20 nîsan 2026 16:57

PeyamaKurd - Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê îro 20’ê Nîsana 2026an, hişyarî da ku milîsên girêdayî Îranê li Iraqê, tevî hebûna agirbestê jî planên xwe yên ji bo êrîşkirina ser welatiyên Amerîkî û navendên wan berdewam dikin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev metirsî li seranserê Iraqê û Herêma Kurdistanê heye.

Balyozxaneyê bal kişand ser wê yekê ku hinek ji van komên milîs hîn jî di bin sîwana hikûmeta Iraqê de ne û piştgiriya darayî û siyasî werdigirin, ku ev yek metirsiyên ewlehiyê zêdetir dike.

Balyozxaneyê destpêkirina geştên esmanî û bazirganî yên li Iraqê bi bîr xist û daxwaz ji welatiyên xwe kir ku di geştên xwe de hişyar bin. Hat gotin ku tevî aramiyê hîn jî metirsiya êrîşên bi drona û mûşekan li ser cihên stratejîk û welatiyên Amerîkî bi dawî nebûye.

Parve bike: