TR KU SO
FB X
Cîhan

Berdevkê Pentagonê: Divê Tirkiyê dest ji sîstema S-400ê berde

Admin L
Nivîskar
📅 06 sibat 2021 16:30

PeyamaKurd –  Berdevkê Pentagonê bang li Tirkiyê kir û got, sîstema S-400 ne li gor pabendbûna Tirkiyê ya bi NATOyê ye û tekez kir, helwesta wan li hember vê mijarê neguheriye û divê Tirkiyê dest ji sîstemê berde.

Di kongreyeke rojnamevaniyê de, Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Amerîka (Pentagon) John Kirby, qala mijara sîstema parastina asmanî ya S-400 kir, ku Tirkiyê ji Rûsyayê kiriye û bûye krîzekê di navbera her du welatan de.

Kirby diyar dike, sîstema S-400 ne li gor pabendbûna Tirkiyê ya bi NATOyê ye û got: “Helwesta me ya li hember sîstema S-400 neguheriye.”

John Kirby qala bernameya balafirên F-35 jî kir û da zanîn, ji ber ku sîstema S-400 ne li gor F-35an e, wan Tirkiye ji programê derxist.

Herwiha Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Amerîka, careke din bang li Tirkiyê kir ku dest ji sîstema S-400 a Rûsî berde.

Ev di demekê de ye, wek cezayek li hember kirîna sîstema Rûsî, Amerîka rê nade çekên xwe bifiroşe Tirkiyê û molet a vê yekê nade Tirkiyê û bo wê yekê pişta xwe bi yasayeke girêdide, ku sala 2017 Kongrêsê pesend kiriye.

Berdevkê Pentagonê herwiha destnîşan kir, Tirkiyê hevbeşê wan ê girîng e û pêgeheke giring di NATOyê de heye û di nava 10 salên borî de gelek derfet hebûne ku sîstema Patriot bikire lê wan sîstema Rûsî kirîne ku ew yek li dijî pabendiyên NATOyê ye. 

Parve bike: