Berhem Salih li ber destê xwediyên xwe!
PeyamaKurd - Serokkomatê Îranê Hesen Rûhanî bi Serokkomarê Iraqê Berhem Salih re kom bû.
Rûhanî piştî civînê di daxuyaniya çapemeniyê de bal kişand ser civîna taximên payebilind ên her du welatan û got: Di vê civînê da ji bilî hilkolandina peywendiyên dualî, her du aliyan li ser dewama pêvajoya berfireh û geşkirina peywendiyên siyasî, çandî û aborî pêgîrî kirin û li ser vê yekê jî sekinîn ku potansiyela zêde ji bo berfirehkirina peywendiyan heye ku divê sûd ji wan bê wergirtin.
Serokê Îranê herwiha got: Karên destpêkê yên gîhandina rêya hesin a Şelemçê li başûrê rojava ya Îranê bo Besrê li başûrê Îranê, tam hatine kirinê û bi kemilîna 35 kîlometre rêya hesin, veguhestina bar û rêwiyan di navbera Îran û Iraqê de bi taybet di rojên Erbeînê de wê hêsan jî bibin.
Ruhanî herwiha bi girîngzanîna mijara radana Ervendrûdê, mijara havîrdorê yek ji mijarên din ên girîng da zanîn û got: Îro parek ji xelkê Îran û Iraqê li sînorên rojavayî û başûrî rastî pirsgirêka tepûtozê bûne û divê ev pirsgirêka bi hevkariya her du welatan çareser bibe.
Serokê Îranê, pêgîrî kir ku geşepêdana Iraqê, ewlehî û geşepêdana Îranê ye û peywendiyên pirr nêzîk ên her du gelan, divê rojbirojê kûrtir bibin û hevkariyên aborî û siyasî yên her du welatên dost, zêde ji berê xurt bibin.
Berhem Salih jî got: Navçe hewcedarê serûberiyeka nû ye ta ku berjewendiyên gelan dabîn bibin ku di vî warî de rola Îranê pirr girîng e û divê Iraq jî roleka girîng bilîze.
Berhem Salih herwiha got: Iraq girîngiyeka zav dide peywendiyên di navbera her du welatan de û hêvîdar e ev peywendî berfireh bibin.
Serokkomarê Iraqê îro ji bo hevdîtina bi rayedarên payebilind ên Îranê re digel komeke payebilind derbasî Têhranê bû.