TR KU SO
FB X
Cîhan

Bexda: Serokwezîrê Iraqê Zeydî ber bi Amerîkayê ve bi rê ket

Admin H
Nivîskar
📅 13 tîrmeh 2026 14:13

PeyamaKurd - Serokwezîrê Iraqê Elî Falih Zeydî, bi serokatiya şandeyeke bilind a hikûmetê re ji bo pêkanîna zincîreke hevdîtinên fermî ber bi Amerîkayê ve bi rê ket.

Li gorî daxuyaniya fermî ya ku ji aliyê Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîriyê ve hat belavkirin, Zeydî serê vê sibehê ji bo serdana giring ji Bexdayê derketiye.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku armanca serekê ya vê geştê, guhertina şêwazê pewendiyên navbera Bexda û Washingtonê ye; daku ev têkiliya ku niha tenê li ser bingeha hevkariya ewlehiyê dimeşe, veguhere hevkariyeke aborî ya demdirêj û stratejîk.

Di vê çarçoveyê de mijarên giring ên wekî pîşesaziya petrol û gazê, avakirina stasyonên nû yên elektrîkê, avakirina "Fona Enerjî û Geşepêdanê", aboriya dîjîtal, ewlehiya sîber û reformên di sîstema bankan de ligel berpirs û kompanyayên mezin ên Amerîkayê werin gotûbêjkirin.

Ev serdana dîplomatîk a giring di demekê de rû dide ku li navxweyî ya Iraqê pêleke mezin a operasyonên li dijî gendeliyê berdewam dike.

Piştî girtina Misteşarê Karên Parastina Parzûngehan ê Wezareta Petrolê Ednan Cumeylî, bi dehan wezîr, parlamenter û serokên partiyan hatine girtin û Encûmena Bilind a Dadwerî ya Iraqê ragihandiye ku heta niha dest danîne ser 127 milyar Dînarê Iraqê û 24 milyon dolarê. Ji aliyê din ve, mijara herî krîtîk a vê serdanê pêvajoya bêçekkirina komên çekdar e; piştî biryara Serokwezîr Zeydî ya ku dibêje "divê çek tenê di destê dewletê de bin", sê koman biryara hilweşandina xwe dan, lê berxwedana hinek komên din wekî xala herî aloz a danûstandinan tê nirxandin.

Tê zanîn ku rêveberiya Washingtonê ji bo destpêkirina serdemeke nû ya hevkariyê, şarta jinavbirina van koman û dûrxistina wan a ji qada siyasetê datîne pêşiya Bexdayê, ku ev yek wekî rûdaneke nû di dîroka welat de hat tomarkirin.

Parve bike: