TR KU SO
FB X
Cîhan

Bi balafira bêbalafirvan êrîsî Balyozxaneya Amerîkayê kirin

Admin L
Nivîskar
📅 06 tîrmeh 2021 13:59

PeyamaKurd – Bi balafira bêbalafirvan, êrîşî Balyozxaneya Amerîka li Bexdayê kirin, lê sîstema berevaniyê ew balafir teqand.

Balyoza Amerîka li Bexdayê diyar kir, derengiya şeva borî bi balafira bêbalafirvan êrîşî Balyozxaneyê hate kirin û balafir bi sîstema berevaniya asmanî hat teqandin.

Herwiha eşkere kir, ew ê bi hevpeymanên xwe re lêkolînê derbarê vê êrîşê de bikin û dê hemû rêkarên parastina karmend û dezgehên xwe pêk bînin.

Ji aliyekî din ve jî, baregaha Eyn Esed a asmanî li Enbarê bi 3 moşekan hatibû armanckirin, lê ti ziyanên canî nebûn.

Parve bike: