Cîhan
Bi serokatiya Kazimî Encûmena Asayîsa Nistimanî civiya
PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, di civîna Encûmena Asayîşa Niştimanî ya Iraqê de, pesnê cîbicîkirina rêkeftina Şengalê kir.
Bi serokatiya Kazimî, Encûmena Asayîşa Niştimanî ya Iraqê civiya û di civînê de çendîn pirsên niha yên Iraqê bi taybetî xwepêşandan û nerazîbûnên li parêzgeha Zîqar û herwiha cîbicîkirina rêkeftina Şengalê hat gotûbêjkirin.
Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî diyar kir, nerazîbûnên li Nasiriye, daxwazên rasteqîn li xwe digrin, ligel vê yekê jî li bajêr çendîn asteng û kêşe hene.
Herwiha Serokwezîrê Iraqê pesnê pêşwaziya berfireh a cîbicîkirina rêkeftina Şengalê da û tekezî li parastina welatiyan û berqerarbûna aramiyê kir.