TR KU SO
FB X
Cîhan

“Bi serperistiya Serok Barzanî em dikarin bi PYDê re bimesînin”

📅 04 cotmeh 2018 04:09

PeyamaKurd - Endamekî Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) daxwazê dike ku Amerîka têkeve navbera wan û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) daku pirsgirêkên wan bêne çareserkirin û nêzîkbûnek çêbibe.

Endamê Emîndariya Giştî ya ENKSê Muhsin Tahir, ku di heman demê de endamê polîtburoya PDK-Sê ye, daxuyakirin ku baweriya wan bi yekrêziya hêz û aliyên Kurdî tê, ji ber ku Amerîka nêzîkî herdû aliyan e, ew dikare vê yekê pêk bîne.

Muhsin Tahir diyar kir ku ew hêza Amerîkayê heye ku li ser bingeha rêkeftin û peymanên berê, nêzîkbûnek di navbera ENKS û PYDê de çêbike.

Derbarê vê mijarê de Tahir wiha axifî: “Em dixwazin di serî de Amerîka welatên navdewletî navbeynkariya ji ber ew dikarin nûneritiya Kurdan bikin vê role bilîzin. Em wek ENKS ji vê yekê re amade ne. Ez dixwazim tiştek din jî bibêjim me bi serperiştiya Serok Barzanî sê rêkeftin pêk anîn û em niha dikarin wan rêkeftinan bikin bingeh û pirsgirêkan kêm zedê çareser bikin. Em her tim dibêjim em amade ne ji yekrêziya tevgera siyasî re, lê heta niha ti alî vê yekê mijûl nabe. Heger di berjewendiyên Amerîkayê de ba niha ev yek dikir.

Parve bike: