Biden: Niha hewcedariya wî welatî, bi F16an tuneye
PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Joe Biden, ji bo ABD Newsê axivî û şerê navbera Rusya û Ukraynayê nirxand. Biden diyar kir ku di vê pêvajoyê de hewcedariya Ukraynayê, ji bo balafirên şer ên F16 tuneye.
Joe Biden, di hevpeyvîneke ligel ABC Newsê de axivî û li ser pirsa daxwaza Serokê Ukraynayê Volodimir Zelenskiy a balafirên şer ên Ukraynayê got ku
“Rayedarên leşkerî yên bi cerebe, yên Amerîkayê, alîkariyên ku hewcedariya wan dîtine pêşkêşî Ukraynayê kirin. Niha pêdiviya wan bi alavên şer ên wekî tanq, top û parastina asîmanî heye.”
Biden diyar kir ku ew niha alîkariyên pêwîst didin Ukraynayê û got, "Em alavan dişînin da ku heta vê bihar, havîn û payîzê wan di rewşeke baş de bihêlin. Niha hewcedariya wan bi F-16an tuneye. Em baş dizanin ku dê di çend salên pêş de çi hewce bike."
Joe Biden li ser pirsa "Çîn ji bo şerê li Ukraynayê çekên kujer dide Rusyayê" got ku ew pêşbîniya vê yekê nakin, lê heger ku ew qas peyda bikin dê bi cezayên giran bersivê bidin.