TR KU SO
FB X
Cîhan

Biden: Rêberê El-Qaîde Eymen El-Zewahirî hat kustin

Admin L
Nivîskar
📅 02 tebax 2022 13:30

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden bi daxuyaniyekê diyar kir, rêberê El-Qaîde Eymen El-Zewahirî roja 30î Tîrmehê di êrîşeke asmanî ya Amerîkî de hat kuştin.

Li gor Joe Biden li Koşka Sipî di daxuyaniya xwe de da zanîn, Eymen El-Zewahirî di dawiya hefteya borî di encama êrîşeke asmanî de hat kuştin.

Biden eşkere kir: “Îstixbarat di destpêka vê salê de cihê el-Zawahirî diyar kir, ku li malbata xwe li navenda bajarê Kabulê bû.

Di berdewamiyê de destnîşan kir: “Piştî ku min delîlên diyar û zelal li ser cihê el-Zawahirî nêrî, min rê da ku êrîşek bi baldarî were kirin. Plan bi baldarî hatibû dariştin, da ku xetereya zirarê li sivîlên din kêm bike.”

Hêjayî gotinê ye, Eymen El-Zewahirî piştî kuştina Usame Bin Ladin di sala 2011an de ji aliyê hêzên Amerîkî ve, serokatiya El-Qaîde kir

Herwiha Eymen El-Zewahirî bijîşkekî Misrî ye, ew serkirdeyekî Koma Cîhad a Misirê bû, piştre bi Usame Bin Ladin re hevalbendî kir, da ku El-Qaîde ava bikin û pişt re bû serokê wê rêxistina terorê. El-Zawahirî wekî yek ji serokên “terorîzma cîhanî” di serê lîsteya lêgerînê ya rêveberiya Amerîkî de bû.

Parve bike: