TR KU SO
FB X
Cîhan

Biden wê mêvandariya Serokwezîrê Swêdê Kristersson bike

Admin L
Nivîskar
📅 04 tîrmeh 2023 12:59

PeyamaKurd  Serokê Amerîkayê Joe Biden, wê roja Çarşemê li Qesra Spî mêvandariya Serokwezîrê Swêdê Ulf Kristersson bike ku li benda endamtiya NATOyê ye.

Tê çaverêkirin ku Biden û Kristersson roja Çarşemê 5ê Tîrmehê bicivin. Berdevka Qesra Spî Karine Jean Pierre di derbarê serdanê de got, "Serok Biden û Serokwezîr Kristersson wê hevkariya me ya ewlehiyê ya zêde binirxînin û nêrîna xwe ya ku divê Swêd di zûtirîn demê de bibe endamê NATOyê dubare bikin."

Herwiha eşkere kir, ew ê pabendbûna wan a hevpar a ji bo piştgirîkirina zêdetir ji bo Ukraynayê û hevahengiya nêzîktir a transatlantîk a bi Çînê re jî were nîqaşkirin, "Ew ê di heman demê de li ser hevrêziya me ya nêzîk di çareserkirina teknolojiyên nû û yên nûjen û herwiha guhertina avûhewa de biaxivin."

Parve bike: