TR KU SO
FB X
Cîhan

Blinken û Lammy bi trênê çûn Kîevê

Admin H
Nivîskar
📅 11 îlon 2024 22:39

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken û hempîşeyê wî yê Brîtanyayê David Lammy, bi trênê ji ser Polonyayê bi awayekî surprîz derbasî Ukraynayê bûn.

Blinken û Lammy li stasyona trênê ya paytexta Ukrayna Kîevê ji aliyê rayedarên ukraynî ve hatin pêşwazîkirin.

Wê Blinken di çarçoveya serdana xwe ya Kîevê de, bi berpirsên ukraynî re hevdîtinan bike û beşdarî Lutkeya 4. a Platforma Kirimê bibe.

Hate ragihandin ku wê Blinken, li Kîevê alîkariya Ukraynayê di şerê dijî Rûsyayê de û armancên ku hêvî dikin bi dest bînin, bi rayedarên ukraynî re gotûbêj bike.

Parve bike: