TR KU SO
FB X
Cîhan

Bloomberg: Balafirên NATOyê li Tirkiyeyê ketin rewşa amadebaşiyê ya ji bo Îranê

📅 25 sibat 2026 16:36

PeyamaKurd – Ajanseke nûçeyan a Amerîkî Bloomberg ragihand ku NATOyê kapasîteyên xwe yên çavdêriya asmanî li Tirkiyeyê ji eniya Rûsyayê ber bi Îranê ve zivirandine.

Li gorî raporê, balafirên sîstema hişyarkirin û kontrolê ya asmanî (AWACS) ku li baregeha Konyayê bi cih bûne, firînên xwe yên çavdêriyê li ser sînorê Îranê zêde kirine. Ev liv û tevger wekî amadekariyek ji bo êrîşeke mihtemel a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) li ser Îranê tê nirxandin.

Amadekariyên Tirkiyeyê: Tirsa koçberiyê û herêma tampon 

Herwiha di raporê de hat eşkerekirin ku Enqere ji ber tirs û fikarên pêleke nû ya koçberan a ji Îranê ber bi Tirkiyeyê ve, ketiye nava liv û tevgerê. Tê îdiakirin ku artêşa Tirk li ser sînor dest bi avakirina kampan kiriye. Ji bo rêgirtina li ber herikîna penaberan, du vebijark li ser maseyê ne:

  1. Avakirina Kampan: Bicihkirina koçberan li ser xeta sînor.
  2. Herêma Tampon: Derbasbûna leşkerên Tirk bo nav axa Îranê ji bo avakirina herêmeke ewle, di rewşekê de ku li Îranê kaosek an valahiyeke desthilatê çêbibe.

 

Di demekê de ku Serokê Amerîkayê Donald Trump gefên xwe yên li ser bernameya nukleerî ya Îranê didomîne, çavkaniyên Pentagonê diyar dikin ku artêşa Amerîkî xwe ji bo operasyoneke ku çêdibe "bi hefteyan" bidome amade dike.

DYAyê niha du keştiyên balafirhilgir û bi dehan balafirên şer li herêmê bicih kirine. Tevî vê yekê, welatên herêmê yên mîna Tirkiye û Erebistana Siûdî, bi awayekî fermî nerazîbûna xwe li hemberî her cure êrîşeke leşkerî nîşan didin.

Parve bike: