TR KU SO
FB X
Cîhan

Bloomberg: Fuzeyekî Îranê ket baregeha DYAyê ya li Kuweytê

Admin M
Nivîskar
📅 30 gulan 2026 17:33

PeyamaKurd – Li gor rapora Bloombergê; perçên fuzeyekî ketine ser baregeha hewayî ya Amerîkayê ya li Kuweytê. Di encamê de hinek Amerîkayî birîndar bûne û 2 İHAyên tîpa MQ-9 Reaper zerarê dîne.

Ketina perçên fuzeyê ya ser baregeha DYAyê li Kuweytê ket wexta ku Trump li ser agirbesa navbera DYA û Îranê de difkire bê qebûl bike an neke.

Çavkaniya ku nexwestiye navê xwe bide ragihandiye ku  sîstema bergiriya hewayî ya Kuweytê fuzeya Îranê ya tîpa Fateh-110 dema li hewa îmha kiriye, enqazên wê an ku perçên wê ketine nav berageha Ali Al Salem ya baregeha hewayî.

Di encamê de xebatkarên bi peyman û hinek leşker birîndar bûne û jimara wan 5 e. yek drona tîpa MQ-9 Reaper ya DYAyê bi temamî îmha bûye û ya dinê zerara mezin diye.

CENTCOMê heya niha li ser mijarê daxwuyanî nedaye.

Parve bike: