Bloomberg: Tirkiye ji bo Îranê fişarê li welatên Kendavê dike
PeyamaKurd - Ajansa Bloombergê ya navenda wê li Amerîka ye ragihand ku Tirkiye fişarê li ser welatên Kendavê dike da ku ew beşdarî şerê dijî Îranê nebin.
Li gorî nûçeya Bloombergê ya ku dispêre çavkaniyên navên wan nehatine eşkerekirin, Tirkiyeyê hewildanên xwe yên dîplomatîk zêde kirine daku rê li ber tevlîbûna welatên Ereb ên Kendavê ya di nav şerê Îsraîl û DYAyê yê li dijî Îranê de bigire.
Rêveberiya Enqereyê, tevî hêrsbûna zêde ya li hemberî êrîşên Îranê yên li ser bendergeh, tesîsên enerjiyê û firokexaneyan, bang li hikûmetên Kendavê kir ku bi sebir bin.
Di nûçeyê de serdanên Wezîrê Karên Derve Hakan Fidan ên ji bo Erebistana Siûdî, Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî û Qeterê û hevdîtinên wî yên bi hevtayên wî yên din ên li herêmê re hatin bîrxistin.
Hat diyarkirin ku welatên Kendavê, bi taybetî Erebistana Siûdî û Îmarat, li dijî êrîşan vebijarkên li ber destê xwe dinirxînin; lê belê heta ku Îran binesaziyên krîtîk ên wekî pergalên kehrebe û avê neke hedef, ne mimkune ku ew bikevin nav şer.