TR KU SO
FB X
Cîhan

Borell: Astengkirina derxistina zad ji Ukraynayê tawana ser a rastîn e!

Admin H
Nivîskar
📅 20 hezîran 2022 22:28

PeyamaKurd – Berpirsê Giştî yê Polîtîkayên Derve yên Yekîtiya Ewropayê (YE) Josep Borell, di Lutkeya Wezîrên Derve yên YEyê de ku li ser krîza xurekê li Luksemburgê hat lidarxistin de axivî.

Beriya destpêkirina lutkeyê di civîneke rojnamevanî de Borrell got: "Di demeke ku li deverên din ên dinyayê xelk rûbirûyî birçîbûnê bûye de, ne mimkun e bi milyonan ton zadê li Ukraynayê bê hiştin” û bangewazî li Rûsyayê kir dorpêça ser benderên Ukraynayê rake.

Borrell herwiha astengkirina veguhestina zad û genimê Ukraynayê ji aliyê Rûsyayê ve wekî tawaneke rastîn a şer bi nav kir û destnîşan kir, "Heger Rûsya di astengkirina vê berhema jiyanî de berdewam bike, pêwîste hesab jê were pirsîn.”

Berpirsê YEyê da zanîn ku sedema vê krîzê ne Ewropa û dorpêçên Ewropayê yên ser Rûsyayê ne, Rûsya bi xwe pirsgirêka zad çêdike û nahêle derkeve derveyî Ukraynayê.

Parve bike: