Cîhan
Çarçoveya Hevahengiyê: Em pistevaniya her rêyeke destûrî dikin
PeyamaKurd – Çarçoveya Hevahengiyê do di derbarê bersivdana peyama Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir de civiya û diyar kir: “Em piştevaniya her rêyeke destûrî dikin ji bo çareseriya kêşeyên siyasî û bidestxistina berjewendiya gel.”
Li gor Çarçoveya Hevahengiyê di daxuyaniya xwe de da zanîn: “Em piştevaniya rêya destûrî dikin tevî encamdana hilbijartinên pêşwext jî, lê belê bi mercek ku ew hilbijartin piştî yekdengiya niştimanî be û keş û hewayeke aram ji bo birêveçûna wê çêbibe.”
Herwiha di daxuyaniya xwe de destnîşan kir: “Divê beriya her tiştî rêz li saziyên destûrî were girtin û xebatên wan neyên astengkirin û em hemû di bin siya yasa, destûr û berjewendiya gel de bin.”