TR KU SO
FB X
Cîhan

Çavusoglu: Yan bi hev re yan jî em tenê paqij dikin!

Admin H
Nivîskar
📅 11 tebax 2019 23:19

PeyamKurd – Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu, piştî lihevkirina Tirkiye-Amerîkayê ku operasyona dijî Rojihaltê Firatê (Rojava) hatibû paşxistin, careke din gefa operasyon û êrîşê li hêzên Kurd xwar.

Çavuşoglu li bajarê Antalyayê li avahiya AKPê dema pîrozbahiyên cejnê li ser rêkeftina ‘herêma ewle’ ya ligel Amerîkayê axivî û got, ew destûrê nadin wekî mijara nexşerêya Minbicê Amerîka ku sozên xwe bi cih neanîne wan mijul bike û wiha pê de çû:  

"Çawa Efrîn hatibe paqijkirin, çawa Cerablûs ji DAIŞê hatibe paqijkirin, emê Rojhilatê Firatê jî ji YPG/PKKê paqij bikin. Bihayê wê çi dibe bila bibe wê bê paqijkirin.”

Çavuşoglu li ser rêkeftina bi Amerîkayê re hatiye kirin got: “Me ji bo proseya Rojhilatê Firatê gavên xwe avêtin. Yan emê bi hev re paqij bikin, yan jî dê Tirkiye bikeve wê derê, emê ji wir wan terorîstan paqij bikin.”

Parve bike: