Cîhan
Celladê ISÎDê li Îzmîrê hate girtin!
PeyamaKurd- Celladê IŞÎDê yê ku 700 kesên sivîl kuştiye, li Îzmîrê di operasyona polîsên Tirkiyê de hate girtin. Ji xeynî wî 4 kesên ji Sûriyê yên dî jî hatine girtin.
Li gorî çapemeniya Tirkiyê celladê IŞÎDê yê bi navê K. E. H. Yek ji berpirsên kujerên sivîl yên li Sûriyê bû.
Hat ragihandin ku K. E. H., di heman demê de merivê Saddam Cemal e ku ew jî fermandarekî nêzîkî Ebûbekir El Baxdadî bû.
Niha îfadeya van girtiyan ji aliyê polîsên Tirkiyê ve tê kirin.