CENTCOM: Dorpêçê bazirganiya deryayî ya Îranê bi temamî rawestandiye
PeyamaKurd - Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku dorpêça deryayî ya ku ji 13ê Nîsanê ve li ser benderên Îranê hatiye sepandin, bazirganiya deryayî ya wî welatî bi temamî rawestandiye.
CENTCOMê eşkere kir ku keştiya şer a bi moşekên USS Pinckney (DDG-91) ji bo piştevaniya operasyonên dorpêçê li herêmê ketiye tevger;ê.
Ev daxuyanî di demekê de tê ku Tehranê gef xwariye heta dorpêç neyê rakirin dê Tengava Hurmizê li ber trafîka navneteweyî girtî bihêle ku niha bala her kesî li ser alozî û krîza enerjiyê ya li herêmê ye.
Di daxuyaniyeke din a CENTCOM’ê de hat diyarkirin ku keştiya USS Rushmore (LSD-47) jî ligel deryavan û piyadeyên deryayî li Deryaya Ereban operasyonên dorpêçê bi rêve dibe.
Hêjayî gotiniê ye, Amerîka bi vê zexta leşkerî û aborî hewil dide Tehranê neçarî îmzekirina peymaneke nû bike.