TR KU SO
FB X
Cîhan

CENTCOM: Hemû moşekên balîstîk ên Îranê hatin bêbandorkirin

Admin L
Nivîskar
📅 29 tîrmeh 2026 10:58

PeyamaKurd - Fermandariya Navendî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku Sipaha Pasdarên Şoreşa Îranê (IRGC) gelek moşekên balîstîk avêtin ser hêzên Amerîkî li Rojhilata Navîn, lê hemû hatin bêbandorkirin.

Daxuyaniya CENTCOMê got, "Îro (doh) saet 5:45ê êvarê, hêzên IRGC gelek moşekên balîstîk ji Îranê avêtin di hewldaneke êrîşeke surprîz de li dijî hêzên Amerîkî li Rojhilata Navîn."

Daxuyaniyê zêde kir, "Hemû moşekên Îranî bi serkeftî hatin bêbandorkirin."

Ev daxuyanî piştî raporên medyaya herêmî tê ku Îranê moşek avêtin ser baregehên leşkerî yên Amerîkî li Urdunê. Fermandariyê herwiha diyar kir ku hêzên Amerîkî "di rewşa hişyariya bilind û amadebûnê de" ne.

Ev êrîş yekem êrîşa moşekên balîstîk a Îranê li ser baregeheke Amerîkî li herêmê ye ji dema ku Serok Donald Trump roja Înê ya borî operasyonên leşkerî rawestand da ku rê bide hewldanên dîplomatîk.

Beriya wê rojê, Trump got ku Washington niha bi Tehranê re "gotûbêjên pir baş" dike.

Parve bike: