TR KU SO
FB X
Cîhan

CENTCOM: Îranê 7 moşekên balîstîk avêtin Kuweyt û Behreynê

Admin H
Nivîskar
📅 06 hezîran 2026 10:32

PeyamaKurd - Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM), ragihand ku Îranê wekî bersiv bo pêngavên dawî, 7 moşekên balîstîk rasterast ber bi xaka Kuweyt û Behreynê ve teqandine.

Hate diyarkirin ku sîstema parastina asmanî ya Amerîkayê karîbûye 6 moşekan di asman de asteng bike û têk bibe, moşeka 7an jî negehîştiye armanca xwe û ketiye.

CENTCOMê destnîşan kir ku di vê êrîşê de tu zirar negihîştiye leşker û personelên Amerîkî û îdiayên rayedarên Tehranê yên derbarê lêdana Baregeha Fîloya 5an a deryayî ya Amerîkayê ya li Behreynê bi temamî dûrî rastiyê ne.

Hate gotin ku hêzên wan ji bo parastina rewa di amadebaşiya herî bilind de ne.

Parve bike: