Cîhan
CENTCOM: Me li keştiya Îranê ya dixwest dorpêçê bişkîne xist
PeyamaKurd - Berdevkê Fermandariya Navendî ya DYAyê (CENTCOM) Tim Hawkins ji bo çapemeniya Amerîkî axivî û eşkere kir ku keştiyeke veguhastina sotemeniyê ku hewl dida dorpêça deryayî ya li ser benderên Îranê bişkîne, ji aliyê hêzên wan ve hat lêdan û sekinandin.
Hawkins ragihand ku tîmên keştiyê herî kêm çar caran hewla derbasbûnê dane û tevî hemû hişyariyan jî nesekinîne, lewma hêzên DYAyê jûra makîneyê ya keştiyê kirine armanc daku kapasîteya wê ya tevgerê ji holê rakin.
Ameeîkayê bi vê êrîşê rê li ber çûyîna keştiyê ya ber bi Îranê ve girt ku ev yek wekî asteke nû ya kûrkirina alozî û dorpêçan hat diyarkirin.