Keştiya ku dixwest dorpêçê bişkîne rastî êrîşa Amerîka hat
PeyamaKurd - Hêzên Fermandariya Navendî ya DYAyê (CENTCOM) ragihand ku wan motora keştiya barhilgir a bi navê "Vela Nova" ku bi ala Panamayê tevdigeriya ji kar xistiye.
Hat diyar kirin ku vê keştîyê hewl daye ji Kendava Omanê derbas bibe û ber bi bendergeheke Îranê ve biçe da ku dorpêça DYAyê ya li ser Îranê binpê bike.
Piştî ku xebatkarên sivîl ên keştiyê hişyariyên dubare yên hêzên amerîkî berçav negirtin, helîkoptera DYAyê ya cureya MH-60 du fîşekên kuştinê berdan odeya motora keştiyê û rê li ber çûyîna wê ya bo Îranê girtin.
Li gorî agahiyên ku ji aliyê CENTCOMê ve hatine belavkirin, heta 11ê tebaxê hêzên amerîkî rêya 55 keştiyên bazirganî ku hewl didan dorpêçê binpê bikin guherandiye, 3 keştî ji kar xistine û dest danîne ser 2 keştiyan. Hate tekezkirin ku hêzên amerîkî yên li Rojhilata Navîn di rewşa amadebaşiyê de ne û çavdêriya pêvajoyê dikin.