TR KU SO
FB X
Cîhan

CENTCOM: Sîstemên parastinê û radaran ên Îranê bun armanc

Admin H
Nivîskar
📅 02 îlon 2026 11:11

PeyamaKurd - Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) di daxuyaniyeke fermî de di 2ê Îlona 2026an de ragihand ku hêzên wan pêleke serkeftî ya êrişên hewayî li dijî baregeh û navendên leşkerî yên Supaya Pasdaran a Îranê pêk anîne.

Li gorî zanyariyan, di van êrişan de sîstemên parastina hewayî, radar, tesîsên deryayî, navendên ragihandinê û alavên mayîndanînê yên Îranê bune armanc.

CENTCOMê destnîşan kir ku ev operasyon wekî bersivdanek li dijî êrişên dawiyê yên Supaya Pasdaran ên li ser keştiyên bazirganî yên li Tengava Hurmuzê û gefên li ser leşkerên Amerîkayê hatine encamdan.

Di beşeke din a daxuyaniyê de hat tekezkirin ku niha li seranserî Rojhilata Navîn zêdetirî 50 hezar leşkerên Amerîkî di rewşa amadebaşiyê ya tam de ne.

CENTCOMê ragihand ku ev hêz amade ne fermana serfermanmandarê Hêzên Çekdar ên DYAyê bi tundî û biryardarî bînin cih.

Parve bike: