TR KU SO
FB X
Cîhan

CENTCOM: Wê dorpêça deryayî ya ser Îranê bidome

Admin H
Nivîskar
📅 01 tebax 2026 10:28

PeyamaKurd - Fermandehiya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) li ser hesabê xwe yê Xê ragihand ku Hêza Deryayî ya Amerîkayê li avên herêmê çavdêriya tevgerên deryayî tund kiriye û rê li ber keştiyên ku dorpêçê binpê dikin digire.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku helîkoptereke ji cureyê "MH-60R Sea Hawk" li ser keştiya cengê ya bi navê "USS Michael Murphy" amadekariyan ji bo çavdêrîkirina ewlehî û tevgerên neasayî dike.

Li gorî rapora dawî ya CENTCOMê, hêzên deryayî li beramberî wan keştiyên ku guman heye rêzikên dorpêçê binpê bikin rêkar û tedbîrên pir tund girtine ber xwe.

Li gorî amarên dawî yên ku hatine weşandin, di vê çarçoveyê de rêgeha 30 keştiyên bazirganî hatiye guhertin û ji ber binpêkirina rênimayan 2 keştî ji kar hatine xistin. Her wiha hêzên Amerîkayê ji bo encamdayîna pişknînên hûr û kûr çûne ser 2 keştiyên din jî.

Artêşa Amerîkayê tekez kir ku tevî van gavên leşkerî yên tund, wan pîvanên mirovî jî li ber çav girtine û di vê çarçoveyê de rê hatiye dayîn ku nêzîkî 30 keştiyên ku alîkariyên mirovî û derman hilgirtibûn, bêyî ti astengiyeke teknîkî di herêma dorpêçê re derbas bibin.

Parve bike: