TR KU SO
FB X
Cîhan

CENTCOMê du alavên Hûsiyan xist

Admin M
Nivîskar
📅 02 sibat 2024 04:35

PeyamaKurd – Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê CENTCOMê ragihand ku balafirekî bê ajotvan û alavekî deryayê yê bêmirov yên Hûsiyên Yemenê îmha kiriye. Her weha 2 fuzeyên gemîsawarên Hûsiyan jî bê bigihê hedefên xwe ketine deryayê.

Alavên ku ji terefê CENTCOMê de hatine xistin li Derya Sor û Kendava Adenê xistine. Fuzeya gemîsawara ku Hûsiyan avêtiye ber bi hedefa keştiyên bazirganî de çûye, ji bo keştiyên bazirganî û hem ji bo keştiyên Amerîkayê jî tehdîd bûne.

Di her sê bûyeran de jî ti zarar negihaye mal û canê ti kesî.

Parve bike: