TR KU SO
FB X
Cîhan

Cesedê jinekî di newalê de dîtin ku 3 roj berê zewicîbû

Admin M
Nivîskar
📅 22 nîsan 2026 23:28

PeyamaKurd – Li bajarê Mersinê li navça Tarsusê dinewala bi navê Berdan de cesedê jinekî dîtin. Welatî dema dîtin ku cesedekî di nav avê de ye, tîmên lezgîn yên 112an agahdar kirin.

Dema tîm çûn ciyê rûdanê, dîtin ku cesed yê jinekiye û paşî tesbît kirin ku navê wê M.M. (33) ye û sê roj berya rûdanê zewiciye.

Hat ragihandin ku jin di şaredariya Tarsûsê de dixebite û dibe ku ew bi xwe xwe kuştibe an întîxar kiribe.

Rûdan di newala Berdanê de çêbûye lê berê li deverê xortekî bi navê Batu Yetiş Kerem Kaplan (18) ku wenda bûbû, bi serpereştiya tîmên AFADê lê digeriyan. Lê derket ku cesed ye jinekiye.

Piştî cesed birin morgê, otopsiya wê kirin dîtin ku cesed yê jina bi navê M.M. (33) ye, di şaredariya Tarsûsê de dixebite, di roja Yekşema çûyî de daweta xwe kiriye, ceket û pêlava wê li ser pira nêzî rûdanê dîtine.

Gumana polîs li ser întîxarê ye ku jinik xwe kuştibe.

Parve bike: