TR KU SO
FB X
Kurdistan

6 roj berê di ava Göksu de wenda bû lê îro cesedê wî dîtin.

Admin M
Nivîskar
📅 16 hezîran 2026 22:05

PeyamaKurd – Li bajarê Semsûrê li navça Besniyê piştî nikâha zewacê çûbûn pîknîke ber ava Göksuyê lê İsa Özkul di wexta pîknîkê de ketibû ber pêlên avê û piştî 6 rojan cesedê wî dîtin.

Rûdan di 11ê Hezîranê de qewimî. Tê gotin ku Vakıf Aksu, Hasan Gulüsarı, Ali Yıldız û İsa Özkol, piştî nîkaha eqrebayekî xwe çûne Çemê Göksuyê ji bo pîknîkê.

Ji bo xwe hînik bikin her 4 jî dikevin avê lê kesên li der û dora wan dibînin ku rewşa wan talûkeye û wan ji avê derdixin. Lê İsa Özkol bi pêlên avê re diçe û wenda dibe.

Bi tîmên 100 kesî û tîmên noqavê 6 roje ku li Özkul digerin û dema gihan cesedê wî, cesed birin morgê da otopsiya cesed bikin.

Parve bike: