Cîhan
''Cezayên li ser Tirkiyê, nîsaneya nerazîbûna kiryarên têkder e''
PeyamaKurd – Serokomarê Franseyê Macron, li Brukselê piştî Lûtkeya Rêveberên YEyê daxuyanî da û ragihand, deriyê YE ji Tirkiye re vekiriye.
Emmanuel Macron diyar dike, "Cezayên li ser Tirkiyê nîşan didin, ku YE kiryarên nearamkirina herêmê qebûl nake."
Do li Brûkselê Lûtkeya Rêveberên YEyê pêk hat. Piştî kombûnê rêveberên dewletan daxuyanî dan.
Macron di daxuyaniya xwe de da zanîn, deriyê YE ji Tirkiye re vekiriye û axaftina xwe wiha berdewam kir, "Cezayên li ser Tirkiyê nîşan didin, YE kiryarên nearamkirina herêmê qebûl nake."