TR KU SO
FB X
Cîhan

CHP bû du parçe: Zêdetirî 80 parlamenteran îstifa kir

Admin H
Nivîskar
📅 21 tîrmeh 2026 19:00

PeyamaKurd - Serokê Koma Partiya Gel ya Komarî Ozgur Ozel di civîna dawî ya koma partiya xwe de ragihand ku ew li gel serokên bajar, endamên meclîsa partiyê û parlamenteran ber bi avakirina partiyeke nû ve gav davêjin.

Ozel ku bi biryara dadgehê ji seroktiya partiyê hatibû dûrxistin, xatirê xwe ji CHPê xwest û destnîşan kir ku ev gav ne tenê veqetînek e, lê pêngaveke nû ye ji bo berdewamkirina guherînê û meşîna ber bi desthilatdariyê ve.

Di axaftina xwe de bal kişand ser hewldanên ku li dijî hevalên wan ên siyasî hatine kirin û diyar kir ku ew qebûl nakin di nav sîstemeke kontrolkirî de bimînin.

Parlamenteran û rêxistinên bajaran îstifa kir

Piştî axaftina Ozel, zêdetirî 80 parlamenterên CHPê û gelek rêveberên rêxistinên bajaran ji bo tevlî partiya nû bibin ji partiya xwe îstifa kirin.

Partiya nû ya bê avakirin ji niha ve bû opozîsyona sereke ya Tirkiyê û wekî partiya duyemîn piştî AK Partiyê tê tomarkirin.

Parve bike: