Cîgirê parêzgerê bajarê Afyonkarahisarê xwe kuşt
PeyamaKurd – Li Trikiyê li bajarê Afyonkarahisarê cîgirê parêzgerê bajarê ku hem sekreterê giştî yê rêvebiriya îdara taybete, bi çekê xwe kuşt. Li ser xwekuştina İhsan Ayranvcı lêpirsîn dewam dike.
İhsan Ayrancı, li devera Gecekê ya termal ber destê êvarê seet di 21.00an de, bi çekê xwe kuşt. Li ser bihîstina dengê çekê tîmên tenduristiyê û ewlehiyê çûn ciyê rûdanê.
Polîs bi serpereştiya dozgeriya bajêr di rêya polîs de lêpirsînê dimeşîne. Heya niha encama xwekuştina wî diyar nîne.
Ayrancı di 28 Tîrmeha 1980an de li Amasya li Suluova hatiye dinyayê, xwendina seretayî li Belçîkayê li bajarê Anvers (Antwerpen) kiriye ji bajarê Tokatê ji dibistana Erbaa Fevzi Çakmak İlköğretim Okulu û lîsa xwe li Ankara xwendiye.
Di sala 2004an de ji fakulta siyasalê ya Ankara der çûye. Li bajarê Çorumê namzediya qeymeqamiyê kiriye, li Silopiyê qeymeqamiyê kiriye û li Almanya li Enstituya Goethe xwendina Almanî kiriye.