TR KU SO
FB X
Cîhan

Li bajarê Orduyê birakî, bira, jinbir û biraziyê xwe kuşt

Admin M
Nivîskar
📅 07 tîrmeh 2026 20:31

PeyamaKurd – Li bajarê li ber Derya Reş li Oduyê li navça Fatsayê bi sedema di navbera her dû birayan de pirsgirêka erd heye, kesekî li ber dukkanekî bi demançê li birayê xwe, jinbira xwe û biraziyê xwe xist û wana kuşt.

Li gor ragihandina çapemeniyê; M.G. (61), bi erebê diçe kargeha birayê xwe ya Mehmet Gülen (66). Bi demançê li birayê xwe Mehmet Gülen (66), jinbira xwe Emine Gülen (58) û biraziyê xwe Resul Gülen (39) dixe.

Li ser agahdarkirina tîmên pêwendîdar, dema tîm diçin ciyê kuştinê, dibînin Resul Gülen li ciyê rûdanê can daye. Mehmet Gülen û jina wî Emine Gülen bi ambûlansê dibin nexweşxana dewletê ya navça Fatsayê.

Her dû jin û mêr li nexweşxanê can didin. Polîs niha ketiye pey kujer M.G. da wî bigre.

Parve bike: