TR KU SO
FB X
Cîhan

Cîgirê serokkomar yê berê Necefî ji îdamê xelas bû û niha azad e

Admin M
Nivîskar
📅 29 tebax 2019 00:32

PeyamaKurd- Wezîrê perwerdê yê berê û cîgirê serokkomarê Îranê yê berê Necefî bi sedema ku jina xwe ya bi navê Mîtra Ostad kuştibû dadgeh cezayê didardakiriyê an ku îdamê dabûyê. Lê li Îranê û hinek dewletan qanûn heye ku malbata kuştî kujer efû bike, kujer ji ceza rizgar dibe û ji zîndanê tê berdan. Dardger li gor qanûn ti carê bê sedem nikare qatil berde îlla divê xwediyê kuştî kujer efû bike.

Parêzerê Necefî Hamîd Guhderzî bo ajansa Farsê ragihand ku Necefî 1 mîlyar tumen pere ‘Iranê kefalet daye û niha serbest e. 1 mîlyar tumen dike 238 hezar dolarê Amerîkî. Necefiyê 67 salî bi kefalet serbest hat berdan û malbata jina wî pere xwînê nexwest lewra pere kefalete da.

Necefî di 28 ê adarê de jina xwe bi demançê kuştibû û teslîmê polîs bûbû.

Parve bike: