TR KU SO
FB X
Cîhan

Çîn ji Îranê xwest ku di herêmê de roleka bas bileyîze

Admin M
Nivîskar
📅 20 sibat 2019 00:27

PeyamaKurd- Wezîrê karên derve yê Çînê Vang Yi û wezîrê karên derve yê Îranê Cewad Zarîf li payîtext Pekîn a Çînê li mala mêvanan hatin cem hev. Bi Zarîf re serokê meclisa Îranê Larîcanî heye.

Di hevdîtinên dualî de Vang ragihand ku ew ji Îranê dixwazin di meseleyên herêmê de roleka erênî bileyîzin û girîngiyê didin vê yekê. Zarîf jî ragihand ku ew girîngiyê didin hevkariya stratejîk ya bi Çînê re.

Çîn dibêje ku di seha navdewletî û Rojhilata Navîn de guherînên mezin çêbûne û têkiliyên Îran û Çînê bi bûyerên nû re rû bir û mane. Vang got ku tevî arîşeyên di têkiliyên navbera wan de hene, dîsa jî têkiliyên her dû dewletan bi îstîqrar dewam dikin.

Dewleta Çînê di sala 1975an de jî yek ji wan dewletan bû ku Peymana Cezayîrê tesdîq kiribû û heya niha têkiliyên wan û Îranê dewam dikin.

Parve bike: