Cîhan
Çînê hisyariya Serê Sar da Amerîkayê
PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Çînê Wang Wu, di Kongreya Gel a Niştîmanî ya li Pekînê de, li ser tawanbarkirinên Amerîkayê yên derbarê belavbûna vîrusa koronayê de got, “Li Amerîkayê vîruseke polîtîk belav dibe û ji bo Çînê tohmetbar bikin her derfetê bikar tînin.”
Wezîrê Çînê hişyariya destpêkirine şerekî nû yê sar daye Amerîkayê û li gorî rêveberiya Pekînê hinek komên siyasî yên Amerîkî pêwendiyên herdu welatan rehîn kirine û herdu welatên xwedî aboriyên herî mezin ber bi şerekî sar ve dibin.
Tevî ku danûstandinên baziganî bi Çînê re berdewam dikin jî di navbera Amerîka û Çînê de gelek pirsgirêkên aborî xwe didin der.
Rêveberiya Trump bi taybet piştî ji Wuhanê belavbûna vîrusa koronayê, tohmetên belavbûna vîrusê ji laboratûarekê li Çînê dike.