Cîhan
Çiyayê Agûngê car din agir resand
PeyamaKurd- Li welatê Endonezyayê li Girava Balî yê, Çiyayê Agûngê ji nû de kete nava tevgerê, agir direşîne û dûman derdixe. Bi sedema dûman û agirê wê, rêvebirîya deverê, li xelkê deverê şîretan kir ku maske bikarbînin.
Bo demeke kurt rêvebirî, rabûn û danîna balafiran bo balafirxanê, da rawestandin lê niha her tişt normal xuya dike. Bilindahiya xwelî û dûmana wê gihaye 2 hezar metreyî. Asta alarmê hê jî di asta 3 yem de ye.
Rêvebiriya giravê ragihand ku heya niha li dora 400 kesî, bo tedbîr birine li heremên dinan bicîh kirine.