TR KU SO
FB X
Cîhan

Coronavîrus gihîst nava Kremlînê

Admin H
Nivîskar
📅 27 adar 2020 23:54

PeyamaKurd – Berdevkê Koşka Kremlîn a Rûsyayê Dmitry Peskov di civîneke rojnamevanî de îro 27ê Adarê ragihand, kesek li nav Kremlînê tûşî nexweşîna Covid-19 bûye.

Peskov nav û erka wî kesî negot, lê da xuyakirin ku ew kesê bi vîrusa korona ketiye pêwendiyeke wî ya rasterast bi Serokê Rûsya Vladimîr Pûtîn re çênebûye.

Peskov diyar kir ku ew heta niha tenê bi tûşbûna kesekî tenê haydar e û li ser zêdeyên yek kesî ew bi xwe ne xwedî agahdariyê ye.

Berdevkê Kremlinê herwiha got: “Her kesê di helkeftên Putin de cih digre, tê pişkinîn kirin û Serokê Rûsyayê di xweparastina vîrusê de jî, gelek agahdarê xwe ye.”

Parve bike: