Cîhan
Dadgeha Ewropayê 17 alîgirên PKKê ceza kir
PeyamaKurd - Dadgeha Îslehê ya Strasburgê bi hinceta ku 25ê Sibatê avahiya Konseya Ewropayê dagir kirine û tevî êrîşkirina hêzên ewlekariyê bûne sedema ziyana madî ceza da 17 alîgirên PKKê.
Dadgehê 2 ji wan jin ji bo 17 alîgirên PKKê cezayê mehek û salekê yê zindanê sepand.
Dadgehê biryar da ku ziyana 300 euro ku li ser avahiya Konseya Ewropayê çêbûye jî ji wan 17 kesan were standin.
Dadgehê herwiha biryara xwe de, qedexe danî ser wan kesên hatine cezakirin ku heta du salan ji Almanya û Swisreyê derbasî Fransayê bibin.
Hêjayî gotinê ye, 7 kesên hatine mehkûmkirin girtî dihatin darizandin.