TR KU SO
FB X
Cîhan

DAISê êrisî gundekî Xaneîqnê kir, kustî û birîndar hene

📅 13 gulan 2019 15:22

PeyamaKurd -Çekdarên rêxistina terorê ya DAIŞê êrişî gundekî bajarê Xaneqînê kirin, di encamê de 2 kes hatin kuştin û yek jî birîndar bû.

Derengiya şeva borî terorîstên DAIŞê êrişî gundê Ehmed Tahir yê Xaneqînê kirin.

Li gorî agahiyên medya Kurdsitanê, di encama wê êrişê de 2 kes hatin kuştin ku yek ji wan çekdarê Heşda Şeibî bûye. Kesek jî birîndar bû.

Fermandeyê yekîneya 70 ya Pêşmerge şêx Ceifer şêx Mistefa jî duhî ji medyayê re gotibû, çalakiyên DAIŞê li deverên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê zêde bûne û DAIŞ bihêztir bûye.

Parve bike: