Kurdistan
DAISê li gundekî Kerkûkê êrisî polîsên îraqî kir
PeyamaKurd - Çekdarên rêxistina terorîst DAIŞê li gundekî Kerkûkê êrişî xaleke polîsên federalî yên Iraqê kir û di encamê de 3 polîsan jiyana xwe ji dest dan û 2 polîs jî birîndar bûn.
Li gorî medya Kurdistanê, DAIŞê êrîşî gundê Kelwer ê ser bi bajarokê Pirdê ya Kerkûkê kiriye. Hat diyarkirin ku DAIŞê 3 kes ji hêzên polîsên federalî yên Îraqê kuştine û 2 polîsên din birîndar kirine û piştre jî reviyane.
Hêzên Ewlekariya Iraqê dest bi wergirtina rêkarên ewlekarî yên tund kirine ji bo ku wan navçeyan ji çekdaran paqij bikin.