Cîhan
Danîmarka sîlihan nafrose Erebistanê
PeyamaKurd- Wezareta karên derve ya Danîmarkayê ragihand ku bi sedema kuştina rojnamevan Cemal Kaşıkçı û rola Erebistanê di krîza mirovî ya li Yemenê de, firotina sîlihan bo welatê Erebistanê daye rawestandin. Ragihandina wezaretê weha ye:
“Erebistana Si’ûdiyê di krîza mirovî ya Yemenê û di kuştina Cemal Kaşıkçı de roleka xerab dileyîze. Wext hatiye ku ji Awrûpayê bo vî welatî aşkera îşaretek bê şandin.”
Wezîrê karên derve Anders Samuelsen got ku hêvî dike welatên Awrûpa yên din jî weka Almanya biryara rawestandina firotina sîlih bo Erebistanê bidin rawestandin. Wezîr rexne li tewrên welatên Awrûpa kir û got ku welatên Awrûpa bi eksa wê tevidgerin û firotina sîlihan bo Erebistanê bi mîlyar dolaran dewam dikin.