TR KU SO
FB X
Cîhan

Danûstandinên ser seyrûsefera Tengava Hurmizê gihîştin qonaxa dawî

Admin H
Nivîskar
📅 10 tebax 2026 11:16

PeyamaKurd - Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî ragihand ku danûstandinên bi Umanê re yên ji bo diyarkirina xeta nû ya derbasbûna keştiyan li Tengava Hurmizê gihîştine "qonaxa dawî".

Eraqçî da zanîn ku ji bo ku ev rêya deryayî ya stratejîk ji bo seyrûseferê vegere rewşa berê, divê DYA şertên ku ji aliyê Tehranê ve hatine danîn bi cih bîne.

Di nav mercên Îranê de qerebûya zirarên êrîşên DYAyê, rawestandina gef û êrîşên li ser Îran û hevalbendên wê, rakirina dorpêça deryayî ya li Kendava Besrayê, rakirina dorpêçan û serbestberdana samanên Îranê yên hatiye cemidandin hene.

Eraqçî herwiha got ku ti hevdîtineke rasterast bi Washingtonê re çênabe û peywendî bi rêya navbeynkaran birêve diçin.

Serokê DYAyê Donald Trump jî diyar kir ku têkilî di asteke nizim de berdewam dikin. Ji aliyê din ve çavkaniyeke fermî ya DYAyê piştrast kir ku Îran û Uman nêzîkî peymanê ne û ragihand ku piştî daxuyaniya fermî ya li ser vekirina rêya keştiyên bazirganî, Washington amade ye dorpêça li ser benderên Îranê rake, lê ev pêngav dê bi bicihanîna pabendiyên Tehranê ve girêdayî be.

Parve bike: