Cîhan
Davutoglu partiya xwe ava kir: Partiya Pêserojê!
PeyamaKurd – Serokwezîrê berê yê ji AK Partiyê Ahmet Davutoglu ku ji AKPê îstifa kiriye, îro belgeyên damezirandina partiya xwe pêşkeşî Wezareta Navxwe ya Tirkiyê kirin.
Davutoglu bi navê ‘Partiya Pêşerojê’ (Gelecek Partisi) bi fermî serlêdana avakirina partiya xwe kir ku ev demek dirêj e li ser kar dikir.
Hat ragihandin ku wê Davutoglu sibe bi civîneke rojnamevanî bernameya partiyê û damezrînerên wê ji raya giştî re eşkere bike.
Wezîrê berê yê ji AKPê Alî Babacan jî partiyekê ava dike, lê Davutoglu beriya wî partiya xwe ragihand ku dest bi xebatên siyasî di wê partiyê de dike.