Cîhan
Daxwaza Kurdên Sûrîyê ji dewleta Samê
PeyamaKurd - Bi dû êrişên artêşa Tirkîyê ser bi deverên Rojavayê Kurdistanê, Kurdên vî welatî xwestin ku bi dewleta navendî re li hemberî gefên Tirkiyê hevkarîyê bikin.
Kurdên bakur û Sûrîyê careka din di daxuyaniyekê de ji dewleta navendî ya vî welatî xwestin ku di bereyeke hevgirtî da ji bo helwesta li hemberî êriş û gefên Tirkîyê li wan navçana hevkariyê bikin.
Artêşa Tirkîyê mideha 2 salên buhurî de di encama 2 êrişên Mertala Firatê û Çiqila Zeytûnê de, 4 hezar kîlomêtrên çargoşe axa Sûrîyê û şarên Bab, Cerablus, Eizaz û Efîrênê li bakura vî welatî dagir kirine.
Çend rojan berî niha jî artêşa Tirkîyê rojhilata çemê Firatê da ber topan.